Li Bazîdê Pêşangeha Aştî û Biratiyê ya Nevneteweyî birêve diçe

Libajarên Bakurê Kurdistanê şerê di navbera PKKê û Artêşa Dewleta Tirkiyê de her berdewam dike. Lê ji bo ku ev şer û pevçûn bi dawî bibin çalakiyên cuda cuda pêk tên. Bi vê boneyê li Agiriyê pêşangehek hate sazkirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b17b62b7-a508-4472-87b6-a41b8f3fe23b/PeshangehaAshtiUBiratiye.ism/manifest

K24 – Bazîd

Libajarên Bakurê Kurdistanê şerê di navbera PKKê û Artêşa Dewleta Tirkiyê de her berdewam dike. Lê ji bo ku ev şer û pevçûn bi dawî bibin çalakiyên cuda cuda pêk tên. Bi vê boneyê li Agiriyê pêşangehek hate sazkirin.

Li bajaroka Bazîda bajarê Agiriyê ji aliyê gelek wênesaz û peykertiraşan ve ku di nava wan de wênesaza navdar Handan Baykal jî hebû, di bin navê "Wek rojê be di hezkirinê de" Pêşangeha Aştî û Biratiyê ya Nevneteweyî hate çêkirin. 

Pêşangeha ku li Qesra dîrokî ya Îsheq Paşe hate pêşkeşkirin, li Tirkiyê û derveyî Tirkiyê, nêzîkî 60 wênesaz û peykertiraş beşdar bûn û ev pêşangeh ji aliyê welatiyan ve jî eleqeyek mezin dît. Rêvebirên pêşangehê diyar dikin ku armanca wan ew e ku carek din li vê erdnîgariyê aramî pêk bê.

Wênesaz Handan Baykal di derbarê vê pêşangehê de ji K24ê re axivî û got: "Me pêşangeha xwe ya 2emîn li Qesra Îsaq Paşe pêk anî.  Ez bawer dikim ku, emê hêdî hêdî bigehêjin armanca xwe û em ê li ser vê xakê carek din aştî û biratiyê biafirînin."

Wênesazên ku bi berhemên xwe beşdarî vê pêşagehê bûn amaje bi wê yekê kirin ku, şer û talankirin ji bo tu aliyan feydeyê nade, ti kes jî di şer de serkeftinekê bi dest naxe. Bi boçûna wênesazew encax dikarin bi riya hûnerê civaka xwe ji nû ve avabikin.

Wênesaz Elîşêr Avci jî got: "Ya rastî ev çîrok ya rêyek dirêj e. Ev projeya me li Îzmîrê destpêkir heta ber bi quntarên Çiyayê Araratê ve hat. Piştre jî dê ev proje berê xwe bide Ewropayê, Elmanyay û Fransayê. Armanca me ew e ku em dengê aştî û biratiyê bilind bikin da ku her kes ji bo aştiyê tiştekî bike."

Bi bîr û boçûna wan wênesaz û peykertiraşên ku beşdarî pêşangehê bûn dê bi saya hûnerê di navbeyna gelan de dê pirên aştiyê bên avakirin. Herwihatê plansazkirin ku piştî agiriyê ev pêşangeh li Ewropayê jî bê pêşkêşkirin .