Li Minbicê mayînek teqiya 11 sivîl bûn qurbanî
K24 – Minbic
Li bajarê Minbicê di teqîna mayîneke çandî de 6 sivîlan canên xwe ji dest dan û 5 sivî jî birîndar bûn.
peyamnêrê K24ê ji derdora Minbicê ragihand ku, îro di encama teqîna mayîneke çandî di kêleka riya sereke de, li rojavayê bajarê Minbic 6 sIvîlan canên xwe ji dest dan û 5 kesên din jî birîndar bûn.
Herwiha li gor dîdevanan, dema ku nêzî 50 welatiyên Minbicê dixwestin ji nava bajarê Minbic derkevin û ber bi deverên ewle ve biçin mayinê teqiya.
Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê pêr ji K24ê diyar kiribû, wan berî çend rojan karîne karîdorekê ji sivîlan re vekin û bi hezaran ji xelkên sivîl yên Minbicê rizgar bikin. Herwiha diyar kir jî ku, rewşa sivîlan gelekî zehmet e, yên dixwazin ji Minbicê derkevin jî rastî êrîşên DAIŞê tên.