Refrandom a Birîtanîya û peywendî yên Turkîya û Yekêtî ya Ewrûpayê

Referandûma li Birîtanyayê ji aliyê Tirkiyê ve jî ji nêz ve tê şopandin. Aborîzan û siyasetmedaran metirsîdar in ku Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê veqete. Li gor pispoaran eger Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê veqete, têkiliyên Tirkiyê jî digel Yekîtiya Ewropayê dê bikeve tengasiyê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a3082445-7a38-47d9-911c-f07f87785d14/Referand%C3%BBma%20li%20Br%C3%AEtanyay%C3%AA.ism/manifest

K24- Stenbol

Referandûma li Birîtanyayê ji aliyê Tirkiyê ve jî ji nêz ve tê şopandin. Aborîzan û siyasetmedaran metirsîdar in ku Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê veqete. Li gor pispoaran eger Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê veqete, têkiliyên Tirkiyê jî digel Yekîtiya Ewropayê dê  bikeve tengasiyê.

Referandûma li Brîtanyayê di rojeva polîtikaya derve ya Tirkiyê de jî deng veda.  Tevî hinek daxuyaniyên dijhevî Brîtanya di yekîtiya Ewropayê de hevlabendekî girîng e bo Tirkiye. Piştî Almanyayê Tirkiyê di warê aboriyê de zêdetir digel Brîtanyayê di nav têkiliyê de ye. Loma referandûma li Brîtanyayê li Tirkiyê ji nêz ve tê şopandin.

Komeleya welatiyên Helsinkiyê komeleyeke nêzîkî Yekîtiya Ewropayê ye. Serokê komeleyê Umît Firat amaje kir ku eger Brîtanya ji yekîtiya Ewropayê veqete, pêvajoya endamtiya Tirkiyê jî dê bi dawî bibe. 

Umît Firat-Serokê Komeleya Welatiyên Helsinkiyê, dibêje: Brîtanya di Yekîtiya Ewropayê de di nav 3 welatên herî mezin de cih digire. Weke din endamê NATO'yê ye. Her çiqas rexne li Tirkiyê bigire jî, Brîtanya bo tirkiye hevalbendekî girîng e. Ji ber vê eger Brîtanya ji yekîtiyê veqete dê bo yekitiya Ewropayê kêmasiyekê bibe. Wê demê, endamtiya Tirkiyê jî dê bikeve tengasiyê.

Firat diyar kir ku digel veqetandina Brîtanyayê tevgerên nîjadperest dê hêzdar bibin.

Li gor Akademîsyen Prof. Dr. Mehmet Altan eger Brîtanya ji yekitiyê veqete wek siyasî û aborî bandoreke neyinî dê bide ser Tirkiyê.

Prof. Dr. Mehmet Altan-Nivîskar-Akademîsyen, dibêje: Jixwe demeke rewşa Tirkiyê xirab e. Hikûmet ji demokrasiyê dûr dikeve. Ligel veqetandina Brîtanya, Tirkiye dê paş bikeve. Têkiliyên aboriyê yên Tirkiye û Brîtanya de gelek baş in. Tirkiye salane ji zêdeyî 10 milyar dolaran hinarde dike. Beramberî qelsbûna têkiliyên siyasî, têkiliyên aboriyê jî qels dibe.

Tê gotin eger têkiliyên Tirkiye û Yekitiya Ewropayê xira bibe, peymana lêvegerandina penaberan de û peymana geşt û gerê ya bêwîze bo hemwelatiyên Tirkiye jî dê bê betalkirin.