HDP: AKPê nikare me derveyî siyasetê bihêle

Parlamenterên HDPê ragihandin ku, ew dê dozê li hemberî Walîtiya Mûşê û polîsên ku, ew sekinandine vekin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê digel ku parêzbendiyên hin parlamenterên partiyên din jî hatiye rakirin, bi tenê bang li parlamenterên HDPê hatiye kirin ku îfadê bidin. HDPê vê yekê wek komployekê dinirxîne.

Parlementerên HDPê li parlamentoyê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kirin ku, ji bilî wan bangî tu parlamenterên din nehatiye kirin ku, îfadeyê bidin û dan zanîn ku, ev yek dide nîşan ku, rakirina parêzbendiyan bi tenê HDP hatiye armanckirin. Herwiha hate destnîşankirin ku, parlamenterê Muşê Ahmet Yildirim bi awayekî ji rêbazan dûr bo îfadedayîne hatiye vexwendin û Walîtiya Mûşê jî li Hemberî Yildirim dest bi komployan kiriye. Cîgira Serokatiya HDPê Caglar Demîrel dibêje ev rûdanên dawîn dide nîşandin ku, nêteke xerab li hemberî wan li ser kar e.

Derbarê vê yekê Cîgira Serokatiya Koma HDPê Çağlar Demîrel wiha axifî:" Hikûmeta AKPê nikare bi hilbijartinan HDPê derveyî siyasetê bihêle, niha jî dixwaze bi rakirina parêzbendiyan parlementeran ji parlementoyê dûr bike. Qesrê ku yasedanan, birêvebirin û daraz xistiye bin qontrola xwe di vê qonaxê de pêvajoyeke nû daye destpêkirin."

Li aliyê din parlamenterê HDPê yê Mûşê Ahmet Yildirim da xuyakirin ku, gava ew diçûn Mûşê 45 deqîqeyan bi awayekî ne hiqûqî hatine rawestandin û şêwirmendên wî jî hatine binçavkirin. Yildirim nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Walîtiya Mûşê da ku li ser malpera xwe gotiye ew bi çek û terorîstekî hatiye dîtin.

Derbarê vê babetê Parlamenterê HDPê yê Mûşê Ahmet Yildirim wiha ji K24ê re axifî:"Desthilatdariya siyasî kete bîrekê ku nikaribe jê derkeve. Niha dest bi vekolîna dosyayên me kirin. Lê zehmetiyê dikişînin ku dê çawa ji van dosyayan me darizînin û dê çawa me bigirin."

HDP îdia dike ku, li hemberî wan operasyoneke mezin tê meşandin û hikûmeta AKPê dixwaze ji raya giştî re bêje ku, "Ma em van parlamenteran negirin, em ê çi bikin."  Parlamenterên HDPê ragihandin ku, ew dê dozê li hemberî Walîtiya Mûşê û polîsên ku, ew sekinandine vekin.