Deriyê sînorî pêşabûr bo bazirganiyê hate vekirin

Berî du heftiyan bi biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî deriyê pêşabûr bo şandina pêdiviyên jiyanê û kelûpelan xwarinê hatibû vekirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Deriyê sînorî pêşabûr yê di navbera Rojava û Başurê Kurdistanê bo bazirganiya her du aliyan hate vekirin.

Derbarê vekirina sînor, Rêveberê sînorî Pêşxabûr Şewket Berbûharî ji K24ê re ragehand ku, deriyê sînorî li pêşiya bazirganiyê di navbera her du aliyan de hate vekirin, da zanîn ku, bac li ser şandin û anîna kelûpelan ji her du aliyan ve dê nebe.

Berbûharî da zanîn ku, bi armanca alîkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê ev biryar hate standin, tekezî li ser wê yekê jî kirin ku, bac li ser kelûpelan, pêdiviyên jiyanê û hemû coreyên bazirganiyê ji her du aliyan ve nayê wergirtin.

Berî du heftiyan bi biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî deriyê pêşxabûr bo şandina pêdiviyên jiyanê û kelûpelan xwarinê hatibû vekirin.