Şerê di nava Minbicê de destpê kir

Bi kontirolkirina bajarokê Minbicê DAIŞ giringtirîn baregehên xwe li ser sînorê Tirkiyê ji dest dide.

K24-Minbic

Piştî kontirokirina sayloyên bajarokê Minbicê û çend taxên wê yên rojhelata bajrê, şervanên Encûmena Leşkerî ya bajarê Minbicê dest bi şerê nava bajêr kirin.

Derbarê vê yekê yek ji şervanên Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) bi navê Şahîn Minbicî ji K24ê re wiha got:"Duh, me sayol bajaêr rizgarkir û 20 gund ji wan jî gundê Esediyê, çekdarên DAIŞê hemû der bombe kirine, cilê xwe li sivîlan kirine û cilê sivîlan li ber xwe dikin."

Ji aliyê xwe ve jî şervaneke din bi navê Hesen Calo derbarê şerê nav bajarokê Minbicê wiha ji K24ê re axifî: "Em derbasî bajarokê Minbicê bûne, ji ber hebûna sivîlan em zehmetiyê dibînin."

Bi kontirolkirina bajarokê Minbicê DAIŞ giringtirîn baregehên xwe li ser sînorê Tirkiyê ji dest dide.