Tirkiyê: Misir 3ê caran ligel PKKê civiya ye

Heta niha ev nûçe ji aliyê PKK, PYD, herwiha hikûmeta Bexda û Misrê ve nehatine piştrast kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li gor îstixbarata Tirkiyê, rêveberiya Serokomarê Misrê Abdûlfetah Sîsî ji meha mijdara sala borî ve ligel PKKê dest bi hevdîtinan kiriye û heta niha 3ê caran civiyane.

Li gor Rojnameya Hûriyet ya Tirkiyê, îstixbarata Tirkiyê raporek li ser peywendiyên PKK û Misrê belav kiriye. Li gor wê rojnameyê, hikûmeta navendî ya Iraqê navbeynkariya PKK û Misrê kiriye. Tê gotin şanda ku, PKKê ji Bexdayê bi rêya konsolxaneya Misrê çûye Qahîreyê. Tê gotin ku, şanda PKKê û Îstixbarata Misrê li Qahîreyê civiyane û Misrê soza alîkariya ji bo PKKê daye, herwiha çek û pere ji bo PKKê şandiye.

Li gor raporê, rêveberiya Misrê soz daye ku, nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Qahîreyê were vekirin.

Li gor naveroka wê raporê, her du aliyan lihev kiriye PKKê li Tirkiyê li hemberî endamên Birayên Misilman êrişan pêkbîne û li beramberî vê Misir wê destûra vekirina nûnertiya KCK û PYDê li Qahîreyê bide.

Heta niha ev nûçe ji aliyê PKK, PYD, herwiha hikûmeta Bexda û Misrê ve nehatine piştrast kirin.