Li Stenbolê 6 endamên DAIŞê hatin girtin
K24-Navenda Nûçeyan
Li Stenbolê, digel 2 kesên êrîşkarên xwekuj 6 kesên DAIŞî bi biryara dadgehê hatin girtin.
Li navçeya Sancaqtepeya Stenbolê, hêzên ewlekariyê bi ser mala DAIŞî'yiyan da girt. 6 endamên DAIŞ'î hatin desteserekirin, piştî lêpirsînê hatin girtin.
Hat diyar kirin ku, 2 kesên DAIŞ'î bo êrîşa xwe kujiyê hatine perwerdekirin.
Berê niha li herêma Tarsusê ya Mersînê cil û bergên êrîşa xwekujiyê hatibû dîtin. Hat ragihandin ku, ev 6 kesên DAIŞ'î cil û bergên bo êrîşa xwekujiyê amade kirine û anîne Mersînê.