Unicef kuştina 25 zarokan li Sûriyê şermezar kir

Bajarê Dêrazorê ji sala 2013an ve bin kontirolkirina çekdarên DAIŞê de ye.

K24-Navenda Nûçeyan

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî taybet bi zarokan Unicef kuştina 25 zarokan di encama êrîşên firokeyên rêjîma Sûriyê û Rûsyayê li ser bajarê Dêrazorê şermezar kir.

Di raporekê xwe de Rêxistina Neteweyên Yekbûyî tybet bi zarokan Unicef xemgîniya xwe nîşan da û daxwaz ji aliyê kirîzê kir ku, zarokan dûrî milmilaneyê xwe bikin.

Duh, li bajarokê Qoriyê ser bi parêzgeha Dêrazorê ve, firokeyên rêjîma Sûriyê û Rûsyayê ew dever ku, di bin destê DAIŞê de ye bombebaran kir, di encam de 25 zarokan canê xwe ji dest dan, hate zanîn jî ku, yek ji wan êrîşên firokeyan di dema nimêjê de bû.

Bajarê Dêrazorê ji sala 2013an ve bin kontirolkirina çekdarên DAIŞê de ye, lê firokxaneya leşkerî ya bajêr û derdora wê di destê rejîma Sûriyê de ye.