Almanya li dijî Erdogan daxwaza vekirina dozekê dike

Li Almanyayê li dijî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan daxwaza vekirina dozê hate kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Almanyayê li dijî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan daxwaza vekirina dozê hate kirin.

Li gor nûçeya “Tagesschau” li Almanyayê komeka parlementer, hikûqnas û parêzvanên mafê mirovan di derbarê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Erdogan de bi hinceta, di şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê de mafê mirovan binpê kiriye û sûncên şerî kiriye, serî li Dozgeriya Federal a bajarê Karlsruhê da û derbarê wî de daxwaza vekirina doze kirin.

Di naveroka daxwaznameya sûncê de tê gotin, li navçeya Cizîrê 178 û bajarê Şirnexê jî 21 kes ji aliyê dewleta Tirkiyeyê bi zanatî hatine kuştin û mafê mirovan bi şêweyekî berbiçav hatiye binpêkirin.

Li Bakurê Kurdistanê piştî têkçûna pêvajoya aştiyê, di navbera endamên PKKê û hêzên leşkerî yên Tirkiyê de nêzikê salekî ye, şerekî dijwar berdewam e. Di encama vî şerî de hejmarek berbiçav kesên sivîl jî nav de hezaran kes canê xwe ji dest dan û nêzikê 500 hezar kes koçber bûn.