Li Rihayê bo penaberan rojan e sifreyên fitara remezanê hene

Şaredarî ji bo fitarê her roj 3 cûre xwarinan amade dike. Nêzikî 600 penaber diçin li ser vê sifreya fitarê xwarinê dixwûn.
kurdistan24.net

K24-Riha

Li Sîwerekê navçeya Rihayê her roj ji bo penaberên Sûrî konê fitarê tê danîn. Şaredariya Rihayê bi destpêkirina Remezanê, her roj sifreyên fitarê amade dike û li vê derê bi nezikbûna dema fitarê re penaberên Sûrî û hemwelatî bi hev re rûdinin û fitarê dikin.

Bajarê Rihayê ya ku, wek bajarên pexamberan tê binavkirin, bi mêvantiya xwe ya li hemberî penaberan, dikeve rojevê. Li Siweregê digel hatina meha Remezanê her roj sifreyên fitarê tên danîn. Lê li vê derê cûdahiyek heye ku, beşdar û mevanên vê sifreyê penabarên Sûriyeyî ne. Penaber, her roj berdar dibin li sifreya fitarê ya ku, li taxa Agaçxanê tê danîn. Xebatkarên şaredariyê dibêjin ku, erka dikeve li ser milê wan ji bo penaberan dikin û dixwazin ku bigehêjin hemû penaberên li bajarokê dijîn.

Derbarê vê yekê Karmendê Şaredariya Sîwerekê Alî Çerh wiha ji K24ê regot:"Meha Remezanê ye. Penaberên Sûriyeyî mevanên me ne. Em ji hezar û 200 kesan ra xwarinê çêdikin. Em ji şaredariya xwe pir memnun in. Hemwelatiyên me gelek alîkarî dikin. Ew ê rojek dê, bê serê me jî."

Şaredarî ji bo fitarê her roj 3 cûre xwarinan amade dike. Nêzikî 600 penaber diçin li ser vê sifreya fitarê xwarinê dixwûn. Herwiha penaber, hemwelatiyên Kurd û Tirk berî fitarê tên cihê kon û bi hev re, li ser sifreyekê fitara xwe dikin. Hem penaber û hem jî hemwelatî diyar dikin ku ew hemû di ser sifreyekê de bi hev re rojiya xwe vedikin, ji ber vê gelekî kefxweş in.

Herwiha Welatîyek wiha axifî:"Xwedê wan kesên ku ji bo fitarê alÎkariyê dikin xêra wan qebûl bike. Xizmetek gelekî xweş e. Xizmetek berdewam e. Înşelleh em hevî dikin ku ev yek berdewam bike."

Osman, li Rihayê panber e û ew, ji ber şerê navxweyî yê Sûrî, bi malbata xwe re ji Kobanê hatiyê Rihayê. Osman û malbata xwe jî beşdarî sifreya fitarê dibin.

Derbarê vê babetê Penaberek bi navê Osman wiha axifî: "Em ji Kobanê hatine vê derê, Sîwerekê. Em li vê derê nanê xwe dixwin, fitara xwe vedikin. Şaredarî her roj her roj belav dike û em dixwin."

"Ez ji Sûriyê me. Em li vê derê fitarê dikin. Ez gelek spas dikin û Xwedê Tirkiyê biparêze."

Hemwelatiyên Tirkiyê û panaber her tim di gotinên de xwe de kêfxweşiya xwe ji bo karê şaredariyê tînin zimên. Herwiha Şaredarî jî dê hata dawiya Remezanê danîna wan sirefeyan berdewam bike.