Şer bi tundî li bajarê Minbicê berdewam e

Encûmena Leşkerî ya Minbicê û bi piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Minbicê ber bi nexweşxaneya Minbicê ya serke diçin.

K24 – Minbic

Encûmena Leşkerî ya Minbicê û bi piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Minbicê ber bi nexweşxaneya Minbicê ya serke diçin.

Peyamnêrê K24ê li derdora Minbicê ragihand ku, ji aliyê rojava de şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê ber bi aliyê nexwşxaneya bajêr ya sereke ve diçin, herwiha li rojhihatî bajêr çekdarên DAIŞê bi otombîlên teqîner erîşî şervanan dikin.

Her li gor peyamnêrê K24ê, ku li xala sayloyan piştî ku şervanan ew dever kontrol kirin, çekdarên DAIŞê di tonêlan re tevgerê dikin, şervanan 5 tonêl heta niha teqandine.

Ev nêzîkî 15 rojan e, ku bajarê Minbic dorpêç kiriye, pêşketina şervanên Encûmena Leşkerî heta niha di taxên derdora bajêr de ne.