Salih Mislim: Me çek û pere ji Misrê wernegirtin e

Mislim tekez kir ku, pêwendiyên wan û ligel Misrê ji sala 2011an ve ne.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim ragehand ku wan çek û pere ji Misrê ne wergirtine, da zanîn ku ew dê demeke nêzîk de ofîsa xwe li wî welatî vedikin.

Derbarê pêwendiyên Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) û Misrê Hevserokê PYDê Salih Mislim di hevdîtineka xwe de ligel rojnameya politika a Tirkiyê ragehand ku, welatê Misrê gehştiye wê baweriyê ku, çareserî herî guncaw bo Sûriyê fedralîzme.

Mislim da zanîn ku, ew dê di demeke nêzîk de ofîsa xwe li Qahîrayê paytexta Misrê vekin, herwiha tekez kir ku, wan ti çek yan jî pere ji wî welatî ne wergirtine.

Berî niha Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan ragehandibû ku, pêwendiyên Qahîre bi PKKê û PDYê re hene û alîkariya wan dike.

Mislim tekez kir ku, pêwendiyên wan û ligel Misrê ji sala 2011an ve ne.