Deriyê Sêmalka baca gumrikê ji derbasbûna pez werdigire

Piştî vekirina deriyê Sînorî yê Pêşabûr li pêş kelûpelên xwarinê, û bazirganiyê, Rêveberiya deriyê Sêmalka ya ser bi Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, bacê li ser derbasbûna pez werdigire.

K24 – Dêrik

Piştî vekirina deriyê Sînorî yê Pêşabûr li pêş kelûpelên xwarinê, û bazirganiyê, Rêveberiya deriyê Sêmalka ya ser bi Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, bacê li ser derbasbûna pez werdigire.

Endamê Rêveberuta Deriyê Sêmalka Siyamend Osman di konfiranseke rojnamegeriyê de derbarê bazirganiya pez û hin keresteyên din de ragihand ku, ew panebendî biryarên ku ji aliyê Rêveberiya Pêşabûrê yê aliyê Başûrê Kurdistanê ve derdikevin nabin.

Osman diyar kir ku, rêveberiya wan girêdayî Rêveberiya Xweser e û biryara Rêveberiya Xweser di vê derbarê de ew e, ku her tiştê ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, divê were gumrikirin û bacê bistînin.

Ji 8 Hezêranê ve, bi biryara Berpirsê Dosya Sûriye - Rojavayê Kurdistanê di Serokatiya Herêma Kurdistanê de Dr. Hemîd Derbendî deriyê Pêşabûrê li pêş kelûpelên xwarinê, dermanan û pêwîstiyên mirovî hatibû vekirin, herwiha bê wergirtina baca gumrikê.

Ev yek tê di demekê de, ku deriyê Sêmalka li pêş bazirganiya pez hatibû girtin, lê îro hejmarek ji bazirganên Rojavayê Kurdistanê pez derbasî Başûrê Kurdistanê kirin, Rêveberiya deriyê Sêmalka ya li Rojava li ser her seriyekî ji pez 6 dolar wergirtin.