Aliyên siyasî û nêrînên cuda derbarê referandûmê de

Pirsa referandûm û serxwebûna Kurdistanê di navber aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de nêrînên cude hene. Li gor Tevgera Goranê ku niha ne dema referandûmê, parlementarekî wê aliyê di Parlementoya Iraqê de dibêje, pêwîst e niha pêwendiyan ligel Bexdayê asayî bikin. Yekgirtûya Îslamî jî rewşa niha bo encamdana referandûmê bi gunxaw dizane.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/3b3bd4f4-4b79-428a-893f-1ec89326f208/Rifrandom%20u%20Layeni%20Siyasi.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Pirsa referandûm û serxwebûna Kurdistanê di navber aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de nêrînên cude hene. Li gor Tevgera Goranê ku niha ne dema referandûmê, parlementarekî wê aliyê di Parlementoya Iraqê de dibêje, pêwîst e niha pêwendiyan ligel Bexdayê asayî bikin. Yekgirtûya Îslamî jî rewşa niha bo encamdana referandûmê bi gunxaw dizane.

Komteyek hevbeş ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê berî çend rojan li Bexdayê bûn û bi çend aliyên Iraqê civiyabûn, li gor zanyariyên ku li medyayê hatine belavkirin, di piraniya hevdîtinên wan de, behsa yekperçeya xaka Iraqê hatibû kirin. Wan herdu aliyan jî bi Iraqiyan re gotinûn ku, Kurd referandûmê nake. Ji ber vê yekê jî ew herdu alî rûbirûyî rexneyên tund hatin.