Brîtanya alîkariya leşkerî ji hêza Pêşmerge re dişîne

Birîtanya radigihêne, bi buhaya 1 milyon û 400 hezar dolar çek û pêwîstiyên leşkerî ji hêza Pêşmerger birê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Birîtanya radigihêne, bi buhaya 1 milyon û 400 hezar dolar çek û pêwîstiyên leşkerî ji hêza Pêşmerger birê dike.

Wezareta Bergîriyê ya Brîtanyayê di daxuyaniyekê de aşker kir ku, hejmara rahênerên leşkerî li Iraqê zêde dike û di heman demê de bi buhaya 1 milyon û 400 hezar dolar çek û pêwîstiyên leşkerî ji hêza Pêşmerger birê dike.

Li gor wê daxuyaniyê, Wezareta Bergîriyê yê Brîtanyayê, 50 rahênerên wê yên leşkerî dişîne binkeya ei-Esed ya leşkerî li rojavayê Iraqê, ku erkê sereke perwerdekirina leşkerên Iraqê li ser hilkirin û pûçkirina mayînên çandî ne.

Daxuyanî amaje bi wê yekê kir jî, rahêner bi hevahengî bi tîma leşkerî ya Amerîkî û Danmarkî, ji bilî perwedekirina leşkerî, perwerdekirina hawarhatina destpêkê ya di dema şer de jî bi leşkerên Iraqê dikin.