Parlamenterên HDPê dê bi zorê biçin dadgehê

Di sala 1994ê de, parlamenterên Partiya Demokrasiyê DEPê ku, parêzbendiya wan hatibû rakirin, li pêş Parlamentoya Tirkiyê ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatibûn binçavkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Serdozgeriya Komarê bo îfadeyê, parlamenterên HDPê vexwendin dadgehê. Di vexwendinê de benda "bi zorê anînê" hat derxistin.

Parlamenterên HDPê eger bixwe neçin dadgehê û îfadeya xwe nedin, bi zorê nayên birin. Serdozgeriya Komarê, di vê warê de guhertinek kir û benda "bi zorê birinê" ji teblixnameyê derxist. Dozger beyî ku îfadeya parlamenteran bigrin dê bikaribin dozê vekin.

Parlamentoya Tirkiyê parêzbendiya 152 parlamenterên rakiribû ku di nav wan de serokên her sê partiyên dijberderbarê jî hebûn.

Di sala 1994ê de, parlamenterên Partiya Demokrasiyê DEPê ku, parêzbendiya wan hatibû rakirin, li pêş Parlamentoya Tirkiyê ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatibûn binçavkirin,ev dîmen demek dirêj bûbûn sedemê nîqaşan.