Li Helebê firokeyên Rûsyayê 25 kes kuştin
K24-Navenda Nûçeyan
Firokeyên Rûsyayê di êrîş bire bazarekê ku dikeve liser rêya El-Bab ya ku, dikeve rojhelat bakurê Helebê, di encam de 25 kes hatin kuştin.
Derbarê êrîşên Rûsyayê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek ragehand ku, di encama êrîşa firokeyên Rûsyayê li ser bazarekî gelêrî ku, dikeve liser rêya El-Bab rojhelat bakurê Helebê 25 kes hatin kuştin.
Rewangehê da zanîn ku, ji wan 25ê kesên hatine kuştin 11 ji wan zarok bûn, aşkere kir ku, ew navçe di bin kontirola opozîsyona Sûriyê de ye.
Ji sala 2012an ve û heta niha şerûpevçûn li navçe û taxên Helebê yên dinavbera rojhelat û rojava de berdewam in.