Fermana hat dayîn ku bi zorê Yuksekdag bibin îfadeyê

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê sê lêpirsînên cuda yên ji ber axaftinên li Îzmîr û Mêrsînê de, ji bo îfadeyê bang li Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag kir. Serdozgeriyê ferman da ku eger Yuksekdag neyê îfadeyê, divê bi zorê were anîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serdozgeriyê di daxwazanameya bangawaziyê de ragihand ku, parêzbendiya Yuksekdag hatiye rakirin û ji dozgeriyên têkildar xwest ku, vexwendinnameyê bişînin navnîşana Yuksekdag. Eger hat, divê weke gumanbar îfadeya wê bê wergirtin. Eger nehat jî, bi zorê bênin.

HDPê biryar girtiye ku, eger ji bo rakirina parêzbendiyan bangî wan bê kirin, ew naçin pêşberî dadgehê û dadgehan nas nakin.  Îro di çapemeniya Tirkiyê de hat ragihandin ku benda 'Bi Zorê birina dadgehê' hatiye ya parlamenteran hatiye rakirin.