Firokxaneya Geverê bo geştên asmanî tê vekirin

Li Bakurê Kurdistanê piştî 11 mehan careke din firokxaneya Geverê bo geştên asmanî tê vekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê piştî 11 mehan careke din firokxaneya Geverê bo geştên asmanî tê vekirin.

firokxaneya Selahedîn Eyûbî ya Geverê ku Gulana 2015'ê hatibû vekirin, beriya 11 mehan, ji ber sedemên ewlekarî geştên xwe rawestandibû.

Şeva borî yekem car firokeyek bi armanca taqîkirinê hat firokxaneyê. Şanda ku bi firokeyê hat, piştî hin kontrolan vegeriya.

Birêveberê firokxaneya Selahedîn Eyûbî Yaşar Saydut dibêje, firokxaneyê tenê karî 73 roj vekirî bimîne û 5'ê tebaxa 2015'ê geşt hatin rewastandin.