YPGê amara şerê Hezêranê radigihîne
K24 – Navenda Nûçeyan
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) aşkere kir ku, di meha Hezêranê de bi dehan çekdarên DAIŞê hatine kuştin û Tirkiyê çendîn car e êrîşî li ser Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Navenda ragihandina YPGê, di daxuyaniyekê de encamê şer û pevçûnên meha Hezêranê ragihand ku, bi sedema nêzîkî 50 şer û operasyonan, 80 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 17 şervanên YPGê jî canê xwe jidest dane.
Herwiha YPG, hêzên opozîsyona sûriyê jî tumetbar dike ku, di meha Hezêranê de bi top û çekên giran êrîşî ser taxa Şêx Meqsûd li Helebê û gundên Efrînê kirine, di encamê de jî 9 welatiyên sivîl hatine kuştin û 35 kesên din jî birîndar bûne.
Her li gor ragihandina YPGê, di meha Hezêranê de artêşa Tirkyê 17 caran êrîşî ser Rojavayê kurdistanê kiriye û li Girê Spî zarokek bi wê sedemê hatiye kuştin û 9 sivîl jî birîndar bûne.