Erdogan:Emê regeznameyê bidin penaberên Sûriyê

Daxuyaniyê Erdogan piştî demekê tên ku, pêwendiyên wan û Rûsyayê vegerane mîna berê.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ragehand ku, welatê wî amadeye regeznameyê bide penaberên Sûriyê, lê Erdogan ti dem bo destpêkirina dana regeznameyê destnîşan nekir.

Derbarê vê babetê Serokomarê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan di dema beşdarîkirin di vekirina fitara remezanê li bajarê Kilisê de wiha got: "Wezareta Navxweyî kar li ser wê yekê dike ku, regeznameyê bide penaberên Sûriyê yên ku, daxwaza regeznameyê dikin."

Di daxuyaniya xwe de Erdogan ti dem destnîşan nekir ku, dest bi wergirtina regeznameyan bikin, tenê diyarkir ku, Tirkiyê welatê we yê duyemîn e.

Daxuyaniyê Erdogan piştî demekê tên ku, pêwendiyên wan û Rûsyayê vegerane mîna berê.