li Mizgefta Çamlica ya herî mezin a Tirkiyê yekem car nimêj hat kirin

. Mizgeft bo 50 hezar kesî hatiye çêkirin û çêkirina wê 3 sal berê hatibû destpêkirin, tê payîn di nav salekê de dê bi temamî bi dawî bibe.
kurdistan24.net

K24-Stenbol

Li Stenbolê, li Mizgefta Çamlica ya mizgefta herî mezin a Tirkiyê yekem car nimêj hat kirin. Nêzîkî 10 hezar kes di heman demê de bi hev re nimêja terawîhê kirin.

 Li Stenbolê bi hezaran, kes ji bo nimêja terawîhê berê xwe dan Mizgefta Çamlicayê. Beriya destpêka nimêjê, ciemat hewşa mizgeftê tijê kirin.

Ji ber ku, hêj xebatên çêkirina hundirê mizgeftê bi dawî nebûye, nimêj li hewşa mizgeftê hat kirin.

Derbarê vê yekê Xwendekar Abdul Celîl wiha got:

"Ez çi bibêjim nizanim, lê hesteke pir xweş e. Ez li vêderê hesteke zêde manewî hîs dikim."

Hemwelatiyên ku, piştî fitarê ji bo nimêjê hatibûn Çamlicayê, bi dîtina mizgeftê dilxweş bûn.

" Bi xwedê pir xweş e ku di şeveke pîroz de em ligel cimetê di mizgefteke wiha de nimêja xwe dikin."

" Xwedê ji wan kesan razî be ku mizgefteke wiha çêkirine. Ez serbilind im ku hatime vêderê û nimêja terawîhê dikim."

Di şevê de, Quran hat xwendin, hemwelatiyan li beytan guhdar kirin. Mizgeft bo 50 hezar kesî hatiye çêkirin û çêkirina wê 3 sal berê hatibû destpêkirin, tê payîn di nav salekê de dê bi temamî bi dawî bibe.