li Stenbolê amadekariyên cejnê destpê kirin
K24-Navenda Nûçeyan
li bajarê Stenbolê amadekariyên ji bo cejna remezanê destpê kirin. Ji bo cejnê gelek bazar hatîne xemilandin û di bazaran de ji şekirê cejnê heta cil û berg û alavên diyariyê gelek tiştên rengîn hatîne danîn. Ji ber nêzîkbûna cejnê bazar geşbûne û bihayê tiştan hatîne kêm kirin.
Piştî heyva remezanê wek her welatên misilmanan ,amadekariyên cejnê li Stenbolê jî destpê kirin. Ji bo vê cejnê gelek bazarên stenbolê hatîne xemilandin û dinav van bazaran de ji şekirê cejnê heta cil û berg û alavên diyariyê hertişt li benda welatiyane.
Ji ber nêzîkbûna cejnê jî bazar geş bûne û welatiyên ku ji bo cejnê amadekariyan dikin ji bo biha û kalîteya herî baş dikan bi dikan digerin. Ji ber hatina cejnê dikandaran jî bihayê tiştan gelek kêm kirîne û ew welatiyên ku dixwazin bihayeke erzan tiştan bikin pitirîn berê xwe didin van bazarên mezin.
''Heta ji me tê em cejna xwe dinav mirov û zarokên xwe de pîroz dikîn lê tama welat li vêderê nîne''
"li gor salên borî em kêmtir tişta difiroşîn . ji ber erzaniyan ez bawer dikim van rojên bê bazar dê geştir bibe''
''van rojan pitirîn em şekirê cejnê difiroşîn.Ezê cejna xwe li welatê pîroz bikim û ez ê van rojan biçim''
Bi hatina cejnê geştyarên ku tên Stenbolê jî tevlî kêfxweşî û amadekariyên cejnê dibin û kêfxweşiya xwe nîşan didin.
''Ev Loqim û şirinahî gelek xweş in.Ez gelek kêfxweşim ku li Tirkiyeyê me''
Li gel amadekariyên rengîn ev bajarê mezin niha maye hêviya cejnê.