Di cejnê de 6 milyon kes ji Stenbolê derdikevin

Nifûsa Stenbolê ku, nêzî 18 milyon kes lê dijî, ji ber betlaneya cejnê bi qasî 6 milyon dê dakeve û ji niha ve bajar vala dibe.
kurdistan24.net

K24-Stenbol

Ber bi nêzîkbûna cejna remezanê ve, liv û lebata otogar û balafirxaneyan jî zêdetir dibe. Li Stenbolê, ji bo 6 milyon kesên ku bo betlaneya cejnê diçin welatê xwe seferên heyî têrî nekir û kompanyayên otobês û balafiran ji bo rêwiyan seferên xwe zêdetir kirin.

Li Tirkiyê betlaneya cejna remezanê dest pê kir. Hemwelatiyan ji bo ku, betlaneya xwe ligel meriv û hezkiriyên xwe derbas bikin berê xwe didin otogar û balafirxaneyan.

Li Stenbolê otogara mezin a Esenlerê jî xêr û bereketa cejnê heye.

" Me bi hêsanî bilêt nedît. Li gor balafirê, otobês erzantir e."

"Li gor rewşa me bilêta otobêsê hinek biha ye."

Otogara ku berê niha pir kar nedikir, niha têr û tije bûye.

Nîhat Ozmen-Rayedarê kompanyaya otobêsê

" Niha karê me pir baş e ev çend roj e em pê kêfxweş in. Lê piştî cejnê karê me dê nabaş be."

Her çiqas li gor demên berê, niha zêdetir rêwî bên jî lê dîsa jî ne bi dilê hinek ajokarên otobêsan e.

Ramazan Atlisari-Ajokar

" Otobêsa me ji Amedê vala tê Stenbolê, ji vir jî tije diçe. Yek sefer dibe ev jî têrî me nake."

" Karê me hinek zehmet e rê nayê kişandin, çûnûhatin li ser rêyan zêde bûye."

Nifûsa Stenbolê ku, nêzî 18 milyon kes lê dijî, ji ber betlaneya cejnê bi qasî 6 milyon dê dakeve û ji niha ve bajar vala dibe. Di rêyan de wesayît li pey hev rêz dibin, ev jî di çûnûhatinê de dibe sedema tengasiyan.

Li balafirxaneyên Stenbolê jî weke otogaran liv û lebateke zêde heye. Kompanyayan li ser daxwaza hemwelatiyan seferên nû yên balafirê dan destpêkirin.

Piştî bidawîbûna cejnê, bi taybetî dema vegerê gelek qezayên trafîkê rû didin. Rayedaran bo rê li ber girtina qezayan tedbirên xwe li ser rêyan zêdetir kirine û hişyariyê didin hemwelatiyan da ku baldar bibin.