Li Minbicî rê ji sivîlan re hate vekirin
K24-Minbic
Piştî ku, şervanên Encûmena Leşkerî ya bajarê Minbicê derbasî wî bajarokî bûn û dorpêça li ser bajêr vekirin, bi sedan welatiyên sivîl karîn xwe rizgarbikin û ji bajêr derkevin.
Derbarê vê yekê peyamnêrê K24ê li bajarê Minbicê ragehand ku, şervanên Encûmena Leşkerî yên bajarê Minbicê hawlên xwe dikin daku, tevahiya sivîlan ji bajêr derînin.
Peymnêrê K24ê aşkere kir ku, DAIŞê sivîlan weke mertalên mirovî bikartîne û rê nade wan daku, ji bajêr derkevin, ev yeke jî operasyona rizgarkirina bajarê li pêşiya şervanan dereng dihêle.
Tevhiya welatiyên ji bajêr derdikevin behsa rewşa xwe ya xirab di bin destê DAIŞê de dikirin, herwiha kiryarên wê li dijî jin û zarokan.
Di 1ê meha borî de operasyona rizgarkirina Minbicê destpê kir ye û heta niha berdewam e.