DAIŞ hewl dide ji 3 aliyan ve êrîşî ser Minbicê bike

Çekdarên DAIŞê wek hewlekî bo şikestina dorpêça li ser Minbicê û gihandina alîkariyan bo çekdarên DAIŞê yên di hinder Minbicê de dorpêçkirî, ji aliyê Cerablus, Meskene û Babê ve êrîşî şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/01421223-48d3-4d22-bfc6-c1d74e4da3ea/eris-kobane.ism/manifest

K24 – Minbic

Çekdarên DAIŞê wek hewlekî bo şikestina dorpêça li ser Minbicê û gihandina alîkariyan bo çekdarên DAIŞê yên di hinder Minbicê de dorpêçkirî, ji aliyê Cerablus, Meskene û Babê ve êrîşî şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê kirin.

Şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê ev êrîş şikandinû hejmarek mezin ji çekdarên DAIŞê kuştin.

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş derbarê vê êrîşê de ji  K24ê re ragihand ku, çekdarên DAIŞê di cihan re karîn xwe vediziyana, lê şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê û piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî, niha di qonaxa paqikirina wan çekdaran de ne.

Herwiha Derwîş amaje bi wê yekê kirk u, şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê, li ser riya Cerablusê karîn 6 otombêlên DAIŞê ji cura Hemmer biteqînin.