Mêrdîn: Xwenîşandan bo mehekê hatin qedexekirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê xwenîşandan heta mehekê hatin qedexekirin.
Parêzgeriya Mêrdînê bi daxuyaniyeke niviskî ragihand ku, bi hinceta bûyerên terorê li bajêr û hemû navçeyên wê xwenîşandan, civînên çapemeniyê, miting hatine qedexe kirin.
Li gor Parêzgeriya Mêrdînê, qedexe ji 3ê Tirmehê destpê dike û heta 30 rojan berdewam e.
Parêzgeriyê diyar kir ku, dema ku wan ev biryarê standine, bûyerên terorê yên demên dawî ber çavan girtine û rê nadin çalakî û xwenîşandan bibin sedema bangeşeya terorê.