Serokatiya Herêma Kurdistanê teqînên Bexdayê şermezar kir
K24-Navenda Nûçeyan
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de teqîneya 3ê Hezîranê li bexda şermezar kir û tekez kir ku, dawî encama terorîstan dê şikestin û jinavçûnbe.
Ev jî deqa peyamê ye
Berbenga roja yekşemê 03.07.2016 li encama du teqînên terorîstî yên li bajarê Bexdayê hejmareke zêde ji welatiyên bêguneh şehîd û birîndar bûn.
Gelek bi tundî wan kirdarên tirsnokane yên terorîstan şermezar dikin ku, dijminê hemû bihayên asmanî û mirovanî ne û serxweşiyê jî li kesukarê şehîdên wê kirdara nemirovane dikin û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazin.
Êrîşa terorîstan ya li ser bextewerî û jiyana hemwelatiyan dadê şikestên wan nade û ji wê yekê bawerin ku terorîst nagihin armancên xwe û li her cîhek bin çarenûsa wan, şikest û jinavçûn e.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
03.07.2016