Li Dihokê xwekujekî DAIŞê hat girtin

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê desteserkirina xwekujekî DAIŞê radigihîne û amaje dike jî, ew xwekuj bi niyaz bû di dawiya meha Remezanê de xwe di bazarekê de biteqîne.

K24 – Navenda Nûçeyan  

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê desteserkirina xwekujekî DAIŞê radigihîne û amaje dike jî, ew xwekuj bi niyaz bû di dawiya meha Remezanê de xwe di bazarekê de biteqîne.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku, îro danê sibê di operesyoneke hevbeş de ajansa Parastin û Asayişê ya Dihokê, xwekujekî DAIŞê Ednan Mihemed Sadiq yê bi navê Ebû Fatime tê naskirin û ji Tirkmenên Tilefer e  girtin û karîn bombeya piştê pûç bikin û dest danin ser hejmareke din ji teqemeniyê.  

Herwiha di daxuyaniya de hat ku, li gor mikurhatina wî teroristî, ji aliyê baregeha DAIŞê ya Tileferê ve hatiye pê hatiye hilpesartin ku, xwe di dawiya meha Remezanê de li nava bazarekê biteqîne.

Hat ragihand jî, ku di wê operesyonê de tevî pûçkirina wê bombeya piştê, wê hêza hevbeş karîn êrîşekê de gelek çek û teqemenî yên teroristan li wê deverê desteser bikin.