Şert û mercên welatîbûnê bo penaberên Sûriyê çine?

Dam û Dezgeha Îstixbaratê ger raporta "guncawe" bide, hingê wê ew penaberên Sûriyeyî mafê welatîbûna Tirkiyê bi dest bixin û bibin welatiyê Tirkiyê.
kurdistan24.net

 

K24-Navenda Nûçyan

Ew şert û mercên bo welatîbûna Tirk ya ji bo penaberên Sûriyeyî tê sivikkirin. Penaberên Sûriyeyî ya wê bi biryara Lijneya Wezîran bibin welatiyên Tirk yan jî ji bo vê yekê dê ew karûbarên yasayî bêne sivikkirin. Piştî entegrasyona 2 miyon û 746 hezar penaberên Suriyeyî yên li Tirikiyê wê mafê welatîbûnê were dayîn.

Piştî daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ya derbarê dayîna mafê welatîbûna Tirk ya ji bo penaberên Sûriyeyî xebatên di vê derbarê de jî bi lezgînî dest pê kirin. Ji bo wan penaberan ku ji şerê navxweyî yê Sûriyê reviyan û xwe sipartin Tirkiyê wê mafê welatîbûna Tirk, piştî ku ji sed sed entegrasyona xwe ya bi civaka Tirk re pêk bînin bê dayîn. Li gorî pisporên penaberan heta niha 2 milyon û 746 hezar kes hatine tomarkirin û nasnameyên biyometrîk bo wan hatine dayîn.

Niha hikûmeta Tirkiyê ji bo guherandinê, li ser wê xala ku di yaseyê de derbas dibe û yase dibêje "ew kesên ku nikarin mafê welatîbûnê wergirin" dest bi xebatan kiriye ku wan penaberan bê kêşe bi awayekî yaseyî bike welatatiyê Tirk. Ji bo vê yekê jî yan divê bi biryarnameyeke Lijneya Wezîran ya niha penaberên Sûriyeyî bike welayiyê Tirk yan jî pêwîst e hikûmet di Yaseya Welatîbûnê de guherînên bingehîn pêk bîne. Ji bo guherandina vê yaseyê jî ji niha ve Miduriyeta Giştî ya Welatîbûnê û Serjimariyê hatiye peywirdarkirin.

Derbarê vê mijarê Recep Tayyîp Erdogan Serokkomarê Tirkiyê wiha gotibû:"Di nava birayên me yên Sûriyeyî de ew kesên ku dixwazin bibin welatiyê Komara Tirkiyê hene. Wezareta Navxweyî di vê çarçoveyê dixebite. Em ê jî piştevaniyê bidin ku penaberên Sûriyeyî karibin bibin welatiyên Tirkiyê."

Xala herî giring ya di welatîbûna penaberên Sûriyeyî de kêşeya entegrasyonê ye. Ji bo vê yekê jî, li gorî "Belgenameya Çarçoveya Polîtîk û Stratejiyên ji bo Penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyê" wê 7 wezaret ji serdema entegrasyona penaberan berpirsiyar bin. Herwiha ligel dam û dezgehên civakî, 14 saziyên di ên piştevaniyê jî dê di nava vê prosesê de cih bigirin. Ji bo entegrasyona Sûriyeyiyan 8 xalên giring ên perwerdehiyê hatine diyarkirin. Ew xal jî wiha hatine rêzkirin; 1. Penihîn yanî xwe spartin, 2. Tendurîstî, 3. Perwerdehî, 4. Ewlehî-Ewlekarî, 5. Hevahengiya Civakî, 6. Jiyana xebatê û ya aborî, 7. Rêveberiyên Herêmî, 8. Dam û Dezgehên Civakî.

Derbarê vê yekê Serokê Navenda Lêkolînê ya Koç û Îltîcayê Metîn Çorapatir wiha got:"Welatîbûn ji aliyê siyasî ve ji bo desthilatê dibe ku bibe wek arîşeyekê.Divê Tirkiye beriya welatîbûnê, pêşî Statûya Penaberbûnê sererast bike. Heta ew xala di peymana Cînevê ya 1951an de neyê rakirin kêşe ji binî ve çareser nabin."

Wê ew riya welatîbûnê ji wan penaberên Suriyeyî yên ku beşdarî bernameya entegrasyonê bûne û li vê derê di warê hevsengîbûnê de bi ser ketine were hêsankirin. Ew kesên ku di hevahengîbûna civakî de ne li gorî rêz û rêgezan tevbigerin, yan jî sazûmana gelemperî, nizama giştî xira bikin ew mafê welatîbûnê wê ji destê bê standin. Di wan penaberên ku 8 xalên bingehîn ên perwerdehiyê yên giring bi cih anîne de jî, wê li krîterên wek, "baş zanîna bi zimanê Tirkî, hevahengiya civakî, hevahengiya nizama giştî û ya civakî, paqijbûna tomara sicîlî ya adlî, nebûna tomara sucan û piştî welatîbûna Tirk wê çi fêydeyê bide" bê nihêrtin. Ji bo wan penaberên Sûriyeyî ku ev krîter bi cih anîne û serî li welatîbûnê dane, wê Miduriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê ya Wezareta Navxweyî piştî lêgerîn û lêkolînê wê raportekê ragihîne li ser "gelo dikare bibe welatî an na? Welatîbûna wî dê bê pejirandin yan na? Piştî vê gavê jî wê Îstixbarata Tirkiyê li ser wan penaberan lêpirsînekê bike. Dam û Dezgeha Îstixbaratê ger raporta "guncawe" bide, hingê wê ew penaberên Sûriyeyî mafê welatîbûna Tirkiyê bi dest bixin û bibin welatiyê Tirkiyê.