Stenbol roja cejnê di nav avê de ma
K24-Navenda Nûçeyan
Bajarê Stenbolê ji ber barîna barana zêde bin avê de ma û sedan wesîat li rêya asê man.
Li Tirkiyê bajarê Stenbolê welatî Cejna Remezanê di nav havînê de bi baranek dijwar pêşwazî kirin. Barîna barana zêde bû sedema lehiyê û di encamê de û sedan rê û kolanan bi taybetî jî rêyên E-5 û D-100 bin avê de hişt û hatûçoya wesaîtan sekinî.
Welatiyên ko piştî nimêje cejnê ji mizgeftan derdiketin zehmetiyek mezin kişandin.
Midûriyeta Stenbolê ya Meterolojiyê hişyarî da û got dê li
bajarê Stenbolê û bajarên derûdora wê heta danê nîvro jî baranek awarte bibare. Lêbelê derbarê pileya germahiyan de ti gûhertin çênabe.