Li Stenbolê 30 endamên DAIŞê hatine girtin
K24-Navenda Nûçeyan
Piştî teqîna Balafirgeha Atatûrkê ya Stenbolê 17 kesên din jî hatin girtin û hejmara girtiyan gihişt 30 kesan.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê, derbarê teqîna Balafirgeha Atatûrkê ya Stenbolê de 17 kesan binçavkiribû û mehkemeya wan dûh heta derengê şevê berdewam kir. Piştî mehkemekirinê 17 bergûmanên DAÎŞê bi hinceta ``endamên rêxistineka terorê ya çekdar in`` hatin girtin.
Hefteya borî jî 13 bergûmanên DAÎŞê derbarê teqînê de hatibûn hirtin û bi vî awayî hejmara girtiyan giihişt 30î.
Di şeva 28ê Hezîranê de li bajarê Stenbolê Balafirgeha Atatûrkê 3 xwekûj bombeyên li ser xwe teqandibûn û di encamê de 45 kes canê xwe ji dest dabûn 235 kes jî birîndar bûbûn.