Peyama Serokê Herêma Kurdistanê bo cejna Remezanê

Bi boneya hatina cejna Remezanê, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî peyamek belav kir, di peyamê de Serok Barzanî careke din daxwaz ji aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku, li ser maseyekê bicivin û pirsgirêkan çareser bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bi boneya Cejna Remezanê peyamek belav kir û pîrozbahiya hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Herwiha Serok Barzanî pîrozbahiyeke taybet arasteyî malbatên şehîdan, Pêşmergeyên Kurdistanê û karmendên dezgehên ewlehiyê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de tekezî li ser peyama xwe ya di 23ê Hezêranê de belav kiriye kir, ku daxwaz ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku bicivin û li ser pirsa referandûm û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê bigihine yekdengiyeke niştimanî. Herwiha derbarê rewşa siyasî ya herêmê jî çareseriyekê bibînin.