Hunermendê îraqî Adil Ferec jî ji qurbaniyên teqîna Kerade bû
K24 – Navenda Nûçeyan
Di teqîna taxa Karada ya Bexdayê roja 3 Tîrmehê de ku bêhtir ji 150 kesî canê xwe jidest dan, yek ji nava wan semakarê îraqî Adil Ferec bû,
Adil Ferec bi zehmetî tevlî vî warî bûbû û bi nehênî xwe rahênan dikir.
Di civakeke parezker de û di rewşeke ewlehî zehmet de li Iraqê, Adil xwe rahênan dikir û videoyên xwe li ser Youtube belav dikirin, têvî ku civaka wî her curek ji hunerê qebûl nedikir.
Adil kolîja yasayê nû temam kiribû, û amadekariya xwe dikir da ku biçe Amerîkayê û xwenên xwe pêk bîne, lê teqîna kerada ku nîzîkî 156 kesî tê de bûne qurbanî, hemû xewn ligel xwedanên wan kuştin.