Destûr nehat dayîn ku malbata Ocalan sedana Îmraliyê bikin

Destûr nehate dayîn, Rêberê PKKê Abdula Ocalan di cejnê de bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Destûr nehate dayîn, Rêberê PKKê Abdula Ocalan di cejnê de bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, bi armanca ku Ocalan bi malbata xwe re hevdîtinekê pêk bînê, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Dozgeriya Komarê, bi hinceta ku koster têk çûye û heta dawiya hefteyê jî nayê çêkirin, destûr neda malbatê ku derbasî giravê bibe.

Parêzer, di rojen pêş de, careke din bo hevdîtinê wê serî li dozgeriyê bidin.

5 sal in, hevdîtina Ocalan bi parêzeran re, 2 sal in jî bi malbatê re tê astengkirin. Herî dawî Nîsana 2015an de Parlamenterên HDPê yên Şanda Îmraliyê serdana Ocalan kiribû.