Hin xelkên Minbicê karîn ji nava bajêr birevin

Hejmerek ji xelkên bajarê Minbicê karîn ji nava bajêr birevin, ev yek jî hat piştî ku xêzên berevaniyê yên DAIŞê li derdora bajêr hatin şikenandin, lê ta niha jî gelek welatî di hundirê bajêr de asê mane.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/2e100f6b-8887-4672-b6c3-69b19fa154c8/1.ism/manifest

K24 – Minbic
Hejmerek ji xelkên bajarê Minbicê karîn ji nava bajêr birevin, ev yek jî hat piştî ku xêzên berevaniyê yên DAIŞê li derdora bajêr hatin şikenandin, lê ta niha jî gelek welatî di hundirê bajêr de asê mane.

Li navenda bajarê Minbicê, li derdora Nexweşxaneya Niştimanî û taxa Hezawnê hejmareke mezin ji xelkê sivîl hene, ev yek jî dibe sedem ku şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê çekên giran bikar bînin. Herwiha Firokeyên Hevpeymamiya Navdewletî jî nikarin navenda bajêr bombebaran bikin.

Ji aliyekî din ve, çekdarên DAIŞê çûnûhatina sivîlan bi roj qedexe kirine, bi şevê jî xwe di nava sivîlan de bicih dikin.

Ji destpêka meha borî de, şerê rizgarkirina Minbicê ji aliyê Encûmena Leşkerî û HSDê ve birêve diçe.