Sendîkeya Rojnamevanan êrîşa li ser rojnamevanan şermezar dike

Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê, êrîşa li ser tîma K24ê û kenalên din yên ragihandinê şermezar kir û ragihand ku, erkê medyayê veguhastina hewal û zanyariyan e û pêwîst nake rêgirî lê bêne kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê, êrîşa li ser tîma K24ê û kenalên din yên ragihandinê şermezar kir û ragihand ku, erkê medyayê veguhastina nûçe û zanyariyan e û pêwîst nake rêgirî lê bêne kirin.

Biryardarê Komîteya Bergîriya azadiya rojnamevanan û mafê rojnamevanan li Kurdistanê Cemal Husên ji K24ê re ragihand ku, bi tundî şermezariya wan êrîşên li ser kenalên ragihandinê dikin, ku ji aliyê polîsan ve hatiye kirin û got: “Binpêkirin li beramberî rojnamevanan, binpêkirina rasterast ya yasaya rojnamegeriyê li Herêma Kurdistanê ye.”

Li Silêmaniyê hejmarek ji welatiyên pişikdar di projeya giştiyarî li pêş Parka Çavî Land kom bûn û xwestin xwepêşandanekê birêve bibin, lê hêzên ewlehiyê rê li pêş xwepêşander û romalkirina kenala K24ê û çend kenalên din girtin.

Hisên ragihand jî, pêwîst e hemû hêz û aliyên siyasî wê tiştî bizanin ku, êrîşkirina ser tîmên rojnamevanî yên kenalan, rasterast ziyanê digihîne navûbanga Herêma Kurdistanê, ku çendîn car e rêxistinên herêmî û navdewletî di raportên xwe de amaje bi binpêkirinê dikin.

Îro hejmarek kenalên ragihandinê bi mebesta romalkirina xwepêşandina Silêmaniyê ya li pêş Parka Çavî Land bikin, ji aliyê hêzên polîsan ve rêgirî lê hate kirin.

Li gor peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê ku, rêgirî li tîma rojnamevanî ya K24ê hate kirin û rê pê nehat dayîn ku, romalkirina temam ya xwepêşandinê bike, ku xwepêşandaran daxwaza mafê xwe ji projeya geştiyarî Çavî Land li Silêmaniyê dikirin.