Otombêleke YPGê teqiya: 2 şervan birîndar bûn
K24 – Qamişlo
Otombêleke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser riya Qamişlo – Amûdê teqiya, di encamê de 2 şervanên YPGê birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand ku, li ser riya Qamişlo – Amûdê otombêleke YPGê bi riya bombeyeke çandî ji dûr ve hat teqandin, di encamê de 2 şervanên YPGê birîndar bûn.
Herwiha li gor peyamnêrê K24ê, ku piştî bûyerê riya Qamişlo – Amûdê bi awayekî demkî hate girtin.