Li Stenbolê 17e otombêl hatin şewitandin

Bi gihîştina tîmên agirkujiyê şewat hat vemirindin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Stenbolê di şevekê de 17 otombêl hatin şewitandin.

Li Tirkiyê, navçeya Kaxizxane ya Stenbolê, kesên nasnameya wan nediyar, di şevekê de 17 otombêl şewitandin.

Li taxa Nûntepeyê, berdestê sibêya îro, welatî bi dengê teqîn û şewatê hîşyar bûn hişyar bûn. di şewatê, de hin wesayît teqiyan û zirar dan der dora xwe.

Bi gihîştina tîmên agirkujiyê şewat hat vemirindin. Welatiyan dan zanîn ku, kesên agir berê otombêlan dane, bi bazdanê li taxê dûr ketine, 17 otombêl bi temamî şewitîn û tenê karîn çend otombêlan ji şewatê xilas bikin.