Mêrdîn:PKK bi otombîleke bombekirî êrişî baregeheke serbazî kir

Gelek ambulans û hêzên ewlekariyê bo cihê bûyerê hatin şandin
kurdistan24.net

K24-Navenda nûçeyan

Endamên PKKê bi otombêlek bombebarkirî êriş li baregeha serbazî ya bajaroka Sultan Şêxmûs kirin. Di encamê de 2 leşker û jineke sivîl canê xwe jidest dan û 8 kesên birîndar in.

Peyamnêrê K24ê ragihand ku, îro li Mêrdînê, li ser baregeha serbazî ya Zinarê êriş hat kirin. Li gor agahiyên destpêkê di avahiya serbezî de xisarek mezin rûda. Çavkaniyên herêmî ragehandin, dengê teqînê ji navenda Mêrdînê jî hatiye bihîstin.

Peyamnêrê K24ê da diyar kir jî, ku di encama wê êrîşê de, destpêkê 11 kes birîndar bûn, lê li nexweşxaneyê 2 leşker û jineke sivîl canê xwe jidest dan.

Gelek ambulans û hêzên ewlekariyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Hat ragehandin, di navçeyê de, şer di navbera hêzên ewlekariya tirk û gerîlayên PKK'ê de berdewam dike.

Heta niha derbarê hejmara kuştî û birîndaran de daxuyaniya fermî nehate dayîn.