Rûsya du dîplomatên Amerîkayê dersînor dike

Piştî ku Amerîkayê du dîplomatên Rûsî dersînor kirin, Moskovayê jî du dîplomatên Amerîkayê li balyozxaneya Amerîkayê li Rûsyayê bider kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku Amerîkayê du dîplomatên Rûsî  dersînor kirin, Moskovayê jî du dîplomatên Amerîkayê li balyozxaneya Amerîkayê li Rûsyayê bider kir.

Wezareta Derve yê Amerîkayê duh diyar kir, ku polîsekî Rûsî êrîşî dîplomatekî wê kiriye, wek bersiv jî li ser wê yekê, Amerîkayê du dîplomatên Rûsî bider kirin.

Wezîreta Derve ya Rûsyayê jî duh, wek bersivekê ji biderkirina dîplomatên Rûsî, du dîplomatên Amerîkî ji balyozxaneya Amerîkayê li Moskovayê bider kirin û wek du "kesên nexwestî" binav kirin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkovî di daxuyaniyê de got: “Em hêvî dikin ku, Washington ti rêbazên dijminatiyê li dijî Rûsyayê nejo, heger Amerîka dixwaze pirsgirêkan gur bike, em bê bersiv namînin.”

Piştî Rûsyayê di 2014an de girava Qirmê ji Ukraynayê kir û bi ser xwe v exist, pêwendiyên Amerîka û Rûsyayê sar bûbûn.