Fransa dixwaze Eniya el-Nusrayê jî bê armanckirin

Serokê Fransayê bang li Amerîka û Rûsyayê dike, ku grûpa Îslamî Eniya el-Nusra li Sûriyê armanc bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Fransayê bang li Amerîka û Rûsyayê dike, ku grûpa Îslamî Eniya el-Nusra li Sûriyê armanc bikin.

Serokê Fransayê François Holand, di dawiya hevdîtina NATOyê li Varçovayê de ragihand ku, heger DAIŞ li Sûriyê lawaz bû, eger heye grûpên din yên îslamî wek Eniya el-Nusrayê bihêz bibe. Holand ji Amerêka û Rûsyayê xwast ku, Nusrayê jî armanc bikin.

Holand amaje bi wê yekê kir, tê dîtin ku Eniya el-Nusrayê li Sûriyê bihêz dibe, gelek girîng e ku hemû alî bi hev re hevahengiyê bikin, da ku DAIŞ were jinavbirin û di heman demê de jî dive tevgerek li dijî Eniya el-Nusrayê were kirin. 

Ji aliyê xwe ve, herdu wezîrên derve yên Amerîka û Rûsyayê John Kerry û Sêrgey Lavrov di Hezêrana borî amaje kiribûn ku, divê gavine bihêz li dijî Nusrayê bêne avêtin.