Qamişlo: Bi helkefta cejna Remezanê du şanoyên zarokan

Bi helkefta cejna Remezanê koma şano li bajarê Qamişlo du şano bi navê “Kî rokê şiyar bike” û “Çêroka kûçikekî” pêşkêşî zarok û malbatên wan kirin, ew jî di çarçoveya çalakiyeke şanogerî de di rojên cejnê de.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/bc5957c5-d33f-4ee9-bb38-eb9b1935d0ac/sano-qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Bi helkefta cejna Remezanê koma şano li bajarê Qamişlo du şano bi navê “Kî rokê şiyar bike” û “Çêroka kûçikekî” pêşkêşî zarok û malbatên wan kirin, ew jî di çarçoveya çalakiyeke şanogerî de di rojên cejnê de.

Endamên komê dibêjin ku, armanca wan ew e, karibin ji welatiyên deverê re û bi taybetî ji bo zarokan, hinek fişara ku di encama şer û pevçûnan de rû didin, sivik bikin.

Derhênera şanoyê Sîmav Hibo derbarê vê şanoyê de ji K24ê re axivî û got: “Gelek şano hebûn ku em nemayiş bikin, lê me şanoya çêroka kûçikekî hilbijart, ji ber zarok pê kêfxweş dibin, çimkî ev bû demek e ku zarok bi cejnan kêfxweş nebûne, loma me xwest vê kêfxweşiyê derbasî dilê wan bikin.”

Temaşevana zarok Helez Ferman jî dibêje: “Ez geleî bi vê şanoya kûçikan kêfxweş bûm, berî niha me şanoyên bi vî awayî nedîtibûn, lê îro me ew şano jî dît.” 

Li gorî Rêvebirê komê diyar dike ku, derhêner û lîstikvanên van herdu şanoyan nifşê nûhatî ne û ji heyama çend mehan ve têne perwerdekirin.

Tevgera şanogeriyê li Rojavayê Kurdistanê hêdî hêdî bi pêşve diçe û kesên vê hunerê birêve dibin dibêjin ku, tevlî kêmasî û astengiyên li pêş tevgera şanogeriyê derdikevin, lê bi hindek şiyanên xweser karîn şanoyên xwe li hin taxên deverê di helkeftan de nemayiş bikin.