Li Mêrdênê zarok bi ketina nav avê xwe hênik dikin

Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê zarok berê xwe didin cihên bi av ku xwe hênik bikin. Car caran dikevin çeman, car caran jî bi dizî dikevin avên talûke û hawûzan û vê yekê wek lîstikekê dibînin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarên bakurê Kurdistanê havîn bi rojên xwe yên herî germ berdewame. Zarokên ji ber germahiyê tengezar dibin bi rêyên cuda cuda xwe hênik dikin ku yek ji wan jî ketina avê ye.

Zarokên li Qosera Mêrdînê ya bakurê Kurdistanê dijîn ji ber hewaya gelekî germ diçin hawûzên şaredariyê yên ku navenda bajarokê de wekî nîgar tê bikaranîn avjeniyê dikin û xwe hênik dikin.

Lê belê xebatkarên şaredariyê nahêlin zarok têkevin hawûz û ji lewra zarok bi gilî û gazincin.

Derbarê vê yekê zarokeke wiha dibêje:"Bila Zabite bi me re nexweyidin. Em ji xwe re têkevin vê hawûzî. Bila ji bo me hewzên mezen çêbikin."

Zarok dixwaze rayedarên şaredariyê li ber wan astengiyê dernexin lê belê li aliyê din ketin hawûz ji bo zarokan gelekî ewle nîn e. Herwiha ji bo tenduristiya wan jî ketina hawûz gefeke mezin e. Lê li aliyê din zarok dixwazin şaredarî ji bo wan hawûzên mezin çê bikin.

Herwiha zarokeke din jî wiha axifî:"Dinya germ e, em jî hatine li vir ji bo têkevin hawûz. Heger li taxan hawûzan çênekin em ê jî bên vir. Bila hawûzên mezin li taxan çêbikin ku em jî neyên vir."

Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê zarok berê xwe didin cihên bi av ku xwe hênik bikin. Car caran dikevin çeman, car caran jî bi dizî dikevin avên talûke û hawûzan û vê yekê wek lîstikekê dibînin. Lê belê ev lîstik lîstike gelekî talûke ye û pêwisteke him rayedar û him jî malbatên zarokan tevdîran bigirin.