DAIŞ çarîkek ji navçeyên xwe jidest daye

DAIŞ di 18 mehan de, çarîkek ji cugrafiya xwe li Iraq û Sûriyê jidest daye, ango biqasî ji cugrafiya welatê Îrlandayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

DAIŞ di 18 mehan de, çarîkek ji cugrafiya xwe li Iraq û Sûriyê jidest daye, ango biqasî ji cugrafiya welatê Îrlandayê.

Dezgeha HIS ya Çavdêrîkirina Şer ragihand ku, navçeyên di bin desthilatê DAIŞê de li Iraq û Sûriyê di destpêka sala 2015an de biqasî 90.8 hezar k.m çargoşe bû, lê piştî 6 mehan ji ragihandina xîlafetê daket 68.3 hezar k.m çargoşe.

Lêkolînerên Dezgaha Çavdêrîkirina Şer ragihand ku, ev şikestina ji ber wê yekê hatiye ku, DAIŞ êrîşên xwe li ser welatiyên Rojhilata Navîn û Ewropayê zêdetir kiriye, herwiha li Iraq û Sûriye jî hejmareke zêde sivîl kuştiye, ji aliyekî din ve DAIŞê bingeha wê ya aboriyê lawaz bûye.

Piştî rizgarkirina Felûceyê ji aliyê hêzên Iraqî ve, DAIŞ êrîşên xwe li ser welatiyên Şîe zêdetir kir. Herwiha zêdetirî 150 kes jî di teqîna Kerada ya Bexdayê jî hatin kuştin û bêhtir 200 kesên din jî birîndar bûn.

Li Sûriyê, DAIŞ piraniya navçeyên xwe li hember hêzên Sûriyê bi piştevaniya Îran û firokeyên Rûsyayê, herwiha hin navçe jî li hember Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HDS) jidest dan.

HSDê jî, bajarê stratîjîk Şedadê li başûrê Hesekê, herwiha gelek navçe li bakurê Reqayê ji destê DAIŞê kontrol kir.