Firat: Dewlet nahêle alîkarî bi xelkê re bê kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Seydî Firat dibêje, dewleta Tirkiyê, nahêle bo xelkê ku xaniyên wan hatine wêrankirin, alîkarî bê kirin.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), derbarê operasyon û qedexeyên derketina derve de, li Diyarbekirê daxuyaniyek hevpar dan.
Cigirê Serokê DBP'ê Seydî Firat xuya kir ku, ji ber qedexe û operasyonan, di serî de zarok û kalemêr, gelê herêmê di şertên zehmet de têkoşîna jiyanê didin.
Firat da zanîn, xêrxwaz û xizmên wan kesan bi derfetên xwe, derman, zad û zexîre kom kirine, lê dewlet van alîkariyan asteng dike.
Seydî Firat got, hêzên ewlekariyê ji demên operasyonê girantir fişarê û îşkenceya derûnî li gel dike û ji hikûmetê xwest, demildest ev pêkanînan bên dawîkirin.