ENKS ji hikûmeta nû ya opozêsyonê vekişiya

Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyê derket. Sedema vê biryarê jî ew e ku, ji ber ku Lijneya Wezîran ne bi awayekî demokratîk hatiye belavkirin, ev biryar hatiye standin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9b0bdb12-cdd8-4201-8db6-5fd6e8bbbfd0/ENKSUITILAF.ism/manifest

K24 – Stanbol

Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyê derket. Sedema vê biryarê jî ew e ku, ji ber ku Lijneya Wezîran ne bi awayekî demokratîk hatiye belavkirin, ev biryar hatiye standin.

Hevpeymaniya Opozîsyon û Hêzên Şoreşger ên Suriyê (Îtîlaf) li Stenbolê ji bo ku pêbaweriya hikûmeta nû ya demkî bistîne, dibin serokatiya Ebû Hatab kombûn. Di encama van cIvînên ku ji çapemeniyê re girtî de 98 endamên lijneya hevpeymaniya opozîsyon û hêzên şoreşger ên Sûriyê bi dengdana 68 dengên erênî bêpawerî dan hikûmeta nû.

ENKS ku yek ji girîngtirîn pêkhateya Îtîlafê ye, ragihand ku, ji ber ku Lijneya Wezîran bi demokratîk nehatiye belavkirin ewê ji hikûmeta nû derbikevin .

Berpirsê ENKSê û Endamê desteya Siyasî ya Îtîlafê Hewaz Egîd ji K24ê re ragihand ku, her çiqes ew ji hikûmetê vekişiyan bin jî, ewê li gel Îtîlafê kar bikin.

Di van civînan de biryarên di hevdîtinên Cenevê de hatin standin û êrîşên Rejîma Esad yên li ser Helebê jî hatin gotûbêjkirin.

Di dawiya hevdîtinê de Serokê Îtîlafê Enes el-ebdê bangî Neteweyên Yêkbûyî (NY) kir û got:''Divê lijneya giştî ya Neteweyên Yêkbûyî encamên biryarên xwe li ber çava bigire. Divê nirxandinekê li ser wê yekê bike ku çima biryarên hatin standin nayên bicihkirin, kî red dike û kî nahêle pêvajoya sîyasî rêve biçe.''

Enes el-bdê êrîşên li ser Helebê şermezar kir û got ku, divê opozîsyon û dostên opozîsyonê bi ti awayî li gel rejîma Esed pêwendiya normal nekin.

Ev gotinên  EL-ebdê wek nerazîbûna opozîsyona Sûriyê li dijî nêzîkbûna hikûmeta Tirkiyê li gel rejîma Esad hat nirxandin.