Nerîna Kurdên Rojava yên li Tirkiyê ji welatîbûnê

Kurdên Rojavayî herçiqes hemwelatîbûna Tirkiyê bixwazin jî dibêjin dema ku rewşa welatê me aram bibe em ê vegerîn ser axa xwe.
kurdistan24.net

K24-Stenbol

Li Tirkiyeyê xebatên li ser dayîna hemwelatiyê bo Suriyeyîyan hem dinav Ereban de hem jî dinav Kurdan de kêfxweşiyek çêkir.

Li gor Kurdên ji Rojava yê Kurdistanê hatîn eger hemwelatîbûn bo wan bê dayîn ew dê baştir karên aborî û civakî rêve bibin.

Piştî gotinên serokkomarê tirkiye Recep Tayîb Erdogan yên kul i ser Dayîna hemwelatiyê bo koçberên Suriyeyê  ketiye rojeva Tirkiyê de û 3 milyon koçberên Suriyeyî li benda tiştên bê kirin sekinîne. xebatên li ser dayîna hemwelatiyê bo Suriyeyîyan hem dinav Ereban de hem jî dinav Kurdan de kêfxweşiyek çêkir.

Piştî êrîşa DAÎŞê ya li ser Kobanî di heyva Îlona sala 2014ê de ji Kobanî nêzîkî  300 hezar Kurd koçberî Tirkiyeyê bûyîbûn.Piştî ku PYD bi alikariya Peşmerge û hêzên hevpeymanan Kobanî ji destê DAÎŞê rizgar kir nêzîkî 40-50 hezar kes vegeriyabûn Kobanî.

Pitirîna 250 hezar Kurdên ku mayîn Tirkiyê jî  di kampên nêzîkî sinorê Suriyê de hatin bicih kirin û gelek kes jî Stenbolê bicihbûn.Hinek ji  wan kesên li Stenbolê bicihbûyîn  ji bo ku debara malbata xwe bikin kargeh vekirin û ketin nav bazirganiyê de.

Kurdên Rojavayî herçiqes hemwelatîbûna Tirkiyê bixwazin jî dibêjin dema ku rewşa welatê me aram bibe em ê vegerîn ser axa xwe.

Derbarê vê yekê xwediyê kargehekî bi navê  Dilovan wiha got:''Di dawiyê de em ê vegerin dayik ,xwişk û birayên me li wê derê ne. Em ê wextekê li vêderê bin û cardî vegerin''

Yek ji mezintirîn rêxistina Kurdên Suriyeyê ENKS jî li ser dayîna hemwelatiyê balkişand li ser tesîra demografîyê.

Derbarê vê yekê Endamê ENKS Hewaz Egîd ji K24ê re wiha axifî: ''dayîna mafê hemwelatîbûnê li Tirkiyê balkêş e.Hem li ser demografiyê Sûriyê hem li ser ya Tirkiyê ''

Pispor, sîyasetmedar û akademîsyenên Tirkiyê ji aliyê dayîna hemwelatitiyê gengeşiyê dikin ji aliyê dî ve jî Kurd û Erebên Suriyeyî li benda dayîna vî mafî ne.