"Dayîna hemwelatîbûnê bandorê li ser demografiya Sûriyê dike"

"Dayîna mafê welatîbûnê balkêşe."

K24-Navenda Nûçeyan

Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) di Itîlafa Opozîsyona Sûriyê de Hewas Egîd derbarê dayîna hemwelatîbûna Tirkiyê ragehand ku, dayîna hemwelatîbûnê bandora xwe li ser demografiya Sûriyê û hem jî ya tirkiyê heye.

Piştî gotinên serokkomarê tirkiye Recep Tayîb Erdogan yên ku li ser dayîna hemwelatiyê bo koçberên Sûriyeyê  ketiye rojeva Tirkiyê de û 3 milyon koçberên Sûriyeyî li benda tiştên bê kirin sekinîne.

Derbarê vê yekê jî Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) di Itîlafa Opozîsyona Sûriyê de He was Egîd ji K24ê re tekez kir ku, dayîna mafê hemwelatîbûnê bandora xwe li ser demografiya Sûriyê û hem jî ya tirkiyê heye.

Egîd dayîna mafê hemwelatîbûnê bi balkêş binav kir.

Ji aliyê xwe penaberên Sûriyê kêfxweşin ku, ew maf li Tirkiyê de bi wan were dayîn ji ber ku, gelek pirsgirêkan wan di wî welatî de têne çareserkiin.